
Jujî

| Författare | |
|---|---|
| Medverkande | |
| Förlag | Apec Förlag | 
| Genre | Skönlitteratur barn och ungdom | 
| Format | Inbunden | 
| Språk | |
| Antal sidor | 32 | 
| Vikt | 0 | 
| Utgiven | 2022-04-05 | 
| SAB | Hcf | 
| ISBN | 9789188333827 | 
                SEYWAN SAEDIAN Ji rojhilatê Kurdistanê ye. Piştî penaberiya li çar welatan û anuha li Swêdê dijî. Seywan Saedian hunermendekî piralî ye: hunermendê şêwekarîyê, peykertraşê dar û kevnehesinan, şaîr û nivîskarê pirtûkên zarokan e. Pirtûka Jujî yek ji van pirtûkan e. Lê bêtir peykersaziya wî bala meriv dikêşe ku çawa ji kevnehesinan peykerên balkêş û bedew saz dike. Peykerên wî li gelek bajarên cuda cuda hene: Şengal, Hewlêr, Bonn çendek ji van bajaran e. Ji evê hunera wî ya balkêş peykerekî bi 3 metreyî bilind li ser daxwaza kommuna Gävleyê çêkir û sala borî di meha payîza pêşîn de ew li bajarê Gävleyê bi merasîmek hat vekirin. RUNAK RESULPUR Ji rojhilatê Kurdistanê ye û ev jî piştî penaberiya li çar welatan anuha li Swêdê dijî. Li Îranê di unîverstêyê de hunera keramîkî û desenên grafîkî xwendiye û ev nêzî 20 salan e ku li ser vê hunera xwe kar dike. Ji bilî vêya îro bêtir giraniya xwe daye ser wênesaziya anîmasiyon û pirtûkên zarokan.            
				
























